Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Helwestên Tevgera Jinê di Encumena Ewlekariyê de Nûnertiya Jina Sûrî Nakin û ne di Asta Berpisyariyê de ne

June 29, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Tiştê ku li vê dawiyê ji aliyê Tevgera Jina Sûrî ve li pêşiya Encûmena Ewlekariyê derketiye, nûnertiya wê tevgerê nake, û nikarîbû nerîna jina sûrî a li hundirê Sûriyê bi awayekî teybet û ya li derve bi rengekî giştî veguhêze.

Gelê sûrî rastiyan baş dizane, û gotarên ku rastiyan piştguh dikin û dixwazin wekheviyê di navbera qurbanî û xwediyên qamçiyan çêke, û gotara ku sedemên sereke yên tunebûna aramî û ewlehiyê li deverên rizgarkirî bibîr nayne red dike, ew jî tekez dike ku rijêm û dagîrkerê Rûsî berpisyariya yekemîn ya bombebarana dubarekirî hildigrin, di riya bombebarana dubare û êrîşên berdewam li ser sivîlan û şandina erebeyên mayînkirî bi ser bazar û taxên sivîlan de.

Rijêm sedema yekemîn e ji koçberkirina kotekî re, di dema ku Artêşa Niştimanî û tabûrên şoreşê yên di Artêşa Niştimanî de bo berjewendiya sûriyan û bergiriya di ber wan de kar dikin, û bi dehên hezaran şehîd di riya parastina sivîlan û rawestana di rûyê artêşa rijêmê û milîsên mezhebî û rêxistinên teroristî û di serî de Daiş û Qaîde û PKKe û şaxên wê yên sûrî pêşkêş kirine.

Hêvî hebûn ji aliyê tevgerê ku di gotara xwe ya li pêşiya Encûmena Ewlekariyê de bi aliyê li hemberî rijêmê re be, û rastiyan li pêşiya civaka navdewletî raxîne, û jê dihat xwestin ku bi rengekî eşkere û diyar bibêje ku rijêma stemkar û hevpeymanên wê yên Rûs û Îranî di tawanên hovane û binpêkirinên berdewam ji deh salan de berpisyariyê hildgrin, li şûna ku yeksaniyê bike di nav rijêmê û hêzên şoreş û rikberiyê yên ku kar li ser pêşkêşkirina tevaya xizmetkariyan bo niştecîyên xwecihî û koçberên bi kotekî ji deverên xwe bi dûr ketine dike.

Di peyva tevgera jinê de, behsa bombebarana rojane li ser Idlibê ji aliyê Rûsiya û Îran û rijêmê ve nehat kirin, û bombebarana ku li Efrînê li vê dawiyê ji hêla milîsên PYD ya teroristî ve pêk hatiye bibîr neanî, û nikarîbû nameya derbider û sivîlên li Idlibê hilgire, her weha biryara dirêjkirina alîkariyên mirovahî ya girîng, û hêja bû ku li ser wê dika giring bihata behiskirin, tevî ku cîhan tev de pê mijûl bû.

Yê ku bi navê jinên ku qurbaniyên mezin dane biaxive, divê zelal û rastgo be, û tiştan bi navên wan ên durist bi nav bike, û ji gotina rastiyê nereve.

Em di Desteya Jina Sûrî de, tekez dikin ku pêwîst e civaka navdewletî berpisyariya xwe derbarê Sûriyê hilgire, û sînorekî ji rijêmê û gurkirin û dorpêçkirin û berdewamiya wê di girtin û îşkencekirina sivîlan de re deyne.

Rijêma tawanbar û hevalbendên wê astengiyê dixin riya pirosesa siyasî, ji tirsa sizakirin û çarenûsa her kesên tawanên cengê dermafê gelê sûrî pêk anîne, tevî tawanên kîmawî û tawanên kuştina di bin îşkencedanê de, divê helwesteke navdewletî ya cidî ji bo sepandina veguhestina siyasî li Sûriyê hebe, û sînorekî ji derdeseriyên gelê sûrî yên berdewam re deyne.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

29 hezîran 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Hevbendiya Niştimanî Nameyekê ji Civaka Navdewletî re Derbarê Rawestandina Tawanên Rijêma Esed û Dirêjkirina Biryara Derbaskirina Alîkariyên Mirovahî Birê Dike

Hevbendiya Niştimanî Nameyekê ji Civaka Navdewletî re Derbarê Rawestandina Tawanên Rijêma Esed û Dirêjkirina Biryara Derbaskirina Alîkariyên Mirovahî Birê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.