Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di rojeke mîna îro de ji sala 2013yan hêzên rijêmê û endamên nandoz û milîsên mezhebî êrîşî gundê Elbeyda yê gundewarê Banyasê kirin, û têde komelkujiyeke metirsîdar pêk anîn, û bi pîstirîn şêwe jin û zarok û mêr kuştin, û piştre bi dehan term şewitandin, û di wê komelkujiyê de bêhtir ji 260 pakrewanî canê xwe jidest dan, û li gor raporên mafnasî bêhtirê wan zarok û jin bûn.
Û em vê komelkujiyê li gel zincîrek ji komelkujiyên di wê demê de pêk hatine, jê 20 komelkujî bi kêran pêkhatibûn datînin pêşiya rayedar û serokên cîhanê û sazî û dewlet û gelên wan, daku her aliyek berpisyariyê gilgire, her weha datînin pêşiya çi alî bizavê dike ji bo ku rijêmê biserxîne û ji nû de bi çi awayî be birê bixe.
Ji Alavên raghanidinê yên erebî û cîhanî û çalakvanan tê xwestin ku vê doseyê bilivînin, û herdem roniyê bidin ser tawanên rijêmê, û encamên bêkêriyê ji aliyê dewletan ve û doseya metirsîdar ya tawan û terora ku ji deh salan de rijêm pêk tîne deynin pêşiya sîstema cîhanî.
Hewlên rawestandina tawanan, û lidûvçûn û sizakirina tawanbaran, divê çarçoveyeke navdewletî lezgîn bistîne, nemaze ku bi melyonan belge û dîdevanî û rapor hene û hemû tekez dikin ku rijêma Esed di ber bi hezaran tawaên li sûriyê bi dirêjiya deh salan pêk hatine berpisyar e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
2 gulan 2021