Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Hevbendȋ germtirȋn sersaxȋ ji xelkȇn qurbaniyȇn zordariya kirȇt ku li paytexta Tunisȇ bikar hat pȇșkȇș dike, ȗ șermezariya xwe bi giștȋ bo vȋ karȇ tawankarȋ ȗ tirorist ȗ rawestana xwe li gel milletȇ Tȗnisȇ dijȋ van kiryaran tekez dike.
Em li Sȗryayȇ xweș kirȇtiya tiror ȗ kuștinȇ dizanin, bi taybet di van rewșên awarte ku milletȇ Sȗrȋ tȇ re derbas dibe, lȇ em bi karȋna Tȗnisȇ bi millet ȗ hikȗmeta wê ve bawer in sebaret danustendina bi van gefȇn metîrsdar ȗ hemȗ hewldanȇn aramiya wȇ armanc dikin bo belavkirina wȇran ȗ nearamiyȇ bo cȋbicȋkirina xeyalin nexweș ȗ idyolojiyin kȋndar.
Çareyȇn hawarçȗnê dijȋ tirorȇ ne bes in, divȇ em ȋro bizanibin ku boblat mezin e, ȗ pȇwist e bi dijwarȋ em dijȋ hemȗ cureyȇn tirorȇ ȗ tawanȇ li ser asta cȋhanȇ rawestin, ȗ nehȇlin qurbaniyȇn bȇtir li ser destȇ rȇvebirȇn tirorȇ ȗ çȇkirȇn wȇ li her deverȇ bikevin.
Nexem Elxadirî
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
18ȇ Avdarȇ 2015