Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî de şermezariya xwe tekez dikin ji her armanckirina Sivîlan re, û li jêr çi behaneyê be jî , û em daxwaza ronîkirina kiryara şeva înê ya li bajarokê Bîrmehlê li gundewarê Helebê dikin, û herwiha em daxwaza dadgehkirina berpirsyarên xemsariyê di parastina Sivîlan de dikin, û em wan berpirsyar dibînin li hember vê bûyerê.
Ku ew bombebarankirina pir tirsnak ya şeva duhî rûdaye li Bîrmehlê û bû sedemê şehîdbûna nekêmtir ji 52 sivîlan ku piraniya wan jin û zarok bûn û tevlî bidehên birîndaran, ku raport berpirsyaretiya firokên Hevpeymaniyê di ber vê kiryarê de tekez dikin, ku hin xêzan bitevayî hatine kuştin ji encama bombebarankirina Xaniyan, tevlî ku bajarokê navhatî hîç gringiyek wî ya leşkerî nîne û bi hîç awayî nabe armanc ji hêzên Hevpeymaniyê re.
Em dubare daxwazê ji Civaka Navdewletî dikin bo karekî rasteqîne ji bona bidawîkirina xwînrijandina Sûriyan û dabînkirina mafên wan bike, û dawiyê li hebûna terora rêjîma Esed û rêxistinên terorîst bîne, bi rêka piştgiriya tabûrên artêşa Azad bo armanckirina navendên çêkirina tawankarî û pilangeriyên terorê.
Hîşam Merwa
Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
2 gulana 2015