Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpirs di Hevbendiya Niştimanî de ev yek ragihand:
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê belavkirina mûşekên “S400” yên bergiriya esmanî ji aliyê Rûsiya di Sûriyê de şermezar dike, û vê yekê wek nîşana riftareke dijminkarî dibîne ,ku hîç pêwendî digel behaneyên şerê li dijî terorê nîne.
Hevbendî tekez dike ku anîna Rûsiya ji çekên îstratîjîk re bo nav qada Sûriyê, ji wan firokên cengê yên Mêg û Sîxoyî û tankên “T90” û tevlî yekîneyên paraşotan, tê xuyakirin wek nîşanekê li ser riftara wê wek hêzeke dagîrker ya demdirêj, tevlî ku hêzên wê biarmanckirina navçeyên sivîlan û navçeyên artêşa Azad radibin.
Hevbendî kar û kiryarên Rûsiya ji pirkirina leşkerî û armanckirina navçeyên nişteciyan bi karekî dijî yasaya navdewletî salix dide ,û herwiha ku peymannameya Netewên Yekgirtî û yasa mafên mirov binpê dike, ku pêwîst e pêgavên pêwîst bêne standina ji aliyê heryek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî û ji Netewên Yekgirtî bo rawestandina van binpêkirinan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
26 Çêriya Paşîn 2015