Daxuyaniyek Rojnamegerî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
20 Çileyê Paşîn 2015an
Hevbendiya Niştimanî bi erênî pêşwaziya vexwenda ku Yekîtiya Ewropî kiribû bo çêkirina hevpeymaniyekê ji bo rûbirûkirina tirorê ku dewletin Erebî û Islamî di nav de hebin.
Bûyerên çar salên bûrî tekez kirin ku metirsîntirîn rêxistinên tirorist di bin çavdêrî û hevrêziya rejîmin tirorê himbêz dikin û rêvebiriya wê dikin şîn hatin, û wan mîna mertalekî bo pêkanînan armancin siyasî bikar tînin, di serê wan de rejîma Esed ku toreyin tirorê çêkirin û birêve birin, destê wan berda bo xizmeta wî bikin, û herweha rûbirûkirina her kesên ku di riwê wê de rawestin ta xurt bû û belav bû.
Çi paşguhkirin ji rola Esed re di xwedîkirin û belavkirina tirorê de wê bi encamdanin karesatî be, ne tenê li ser milletê Sûrî, lêbelê li ser deverê û cihanê bi tevayî be. Dosya vê rejîmê di çêkirin û avakirina kewar û rêxistinên tirorist bi hemû awayî di riya toreyin mafnasî û cîhanî de belgekirî ne, û li pêş dadgehên navdewletî hetikî ne.
Çesipandina Dadweriyê li ser asta cîhanê, karê bo piştgiriya milletên doza maf û azadiyên sereke dikin, û çareseriya nakokiyên ku tiror di bin siaya wê de şîn dibe, ew e sîwana rasteqîne ku dibe di riya wê re kaniyên tirorî ji kokê de zuha bibin.
Ji nû ve tekez dikim, vexwenda Ewropî bo çêkirina vê hevpeymaniyê divê ta astek bilind pê bê kirin, çareyên pir li pêş cîhanê tune ne, tenê yek çare heye, ew jî rûbirûbûna kaniyên tirorê yên rasteqîne, û rawestana bi dijwarî dijî çêkerên wê û rêvebirên rêxistinên tirorist, herweha pêwistiya danîna rejîma Esed di serê lîsteyên tiroristan de, û bilezkirina gemkirina pilanên wî û rizgarkirina milletê Sûrî û cîhanê ji tawanên wî.