Agahnameyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî
03.09.2014
Hevbendiya Niştimanî Sûrî
03.09.2014
Taxa Xwêran li Bajarê Hesekê ji demekê ve bi hemû cûreyên çekan yên sivik û giran û bi Firokên Cengî ji hêla Rêjîma Esed û Çeteyên hevalbendên wî li Herêmê bombebaran dibe, digel dorpêçeke tund li ser hemû buhêrkên taxê hatiye danîn, bi amanca ku xelkên sivîl birçî bikin û bi kotekî radest bibin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî bombebarana bi tewşî ya ko sivîlan amanc dike pirotesto dike, û ya ko heta nuha bi dehan kuştî û birîndar ketine, Hevbendî daxwaz dike ko dorpêç ji dor Taxê rabe û biryara Netewên Yekbûrî ya 2165 bicih bê, ya ko dihêle Alîkariyên Mirovî bê erêkirina Esed derbasî Herêmên dorpêçkirî bibin.
Xelkên Xwêran ji destpêka Şoreşê ve bi xwepêşindanên aştiyane li dijî Rêjîmê rabûn wek hemû Parêzgehên Sûrî yên doza rûmet û dîmuqrasiyê kirin, hêj Şoreşgerên Xwêran û xelkên wê di rûyê dorpêçê û bombebaranan de li ber xwe didin, piştî têkçûna hewldanên Rêjîmê û hevalbendên wê da rewanê Şoreşê di dil û hişê xelkên taxê de bikujin.
Dilovaniya Xwedê Ji Şehîdan Re
Saxbûb Bo Birîndaran
Azadî Ji Girtiyan Re
Serfirazî Û Azadî Ji Sûriyan Re.
Bijî Sûriya.