Ragihandineke Rojnamevanî
Nesir Elherîrî
Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê
12.09.2014
Bjarê Dûma li Xûta Şamê ya Rojhilat ev çar roj ketiye ber bombebarandineke berdewam ji hêla Firokên Cengî yên Rêjîmê û Topên wî yên giran, û heta nuha bêtir ji 70 Şehîdî û 250 Birîndarî ketine, û hêj bi dehan Sivîl di bin wêraniyê de mane, Xelkên deverê û endamên Bervedêriya Sivîl, hewl didin ko Qurbaniyan ji bin deverîn wêranbûyî rizgar bikin, lê ji ber tunebûna alavan gelek aloziyan dibînin.
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de vê kiryara ji hêla Rêjîma Esed ko sivîlan bombebaran dike protesto dikin, herweha em dozê li Civaka Navnetewî dikin ko bi berpirsiyariyên xwe rabin û bi lez bilivin da operasiyonên Rêjîmê li ser Bêgunehan rawestînin û kar bikin ji bo Sivîlên hatine dorpêçkirin rizgar bikin, û operasiyonên rêbazkirî di wêraniya malan de ya ko Rêjîm bi hemû çekan û ji wan jî mûşekên valahî bikar tîne birawestînin.