Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza şandina komîteyek taybet bo encamdana lêkolînan derbarê rewşa koçberbûyên ji ber dujeh û bombebarana li ser Xûtayê bi awayekî rasterast ji NY dike, û herwiha daxwaza peydakirina parastina pêwîst û misogerkirina navendên awarebûnê yên pêwîst û guncayî bo koçberan dike.
Ku gelek raport û nûçe derbarê rewşa derdora 20 hezar sivîlên koçber yên ji neçarî ji bombebarana berdewam ya ji çend heftiyan li navçeyên Xûta rojhilat revîn, û raport amaje bi wê yekê dikin ku bi sedên koçberan ji aliyê hêzên Rijêmê û damudezgehên wê yên tepeseriyê hatine binçavkirin û bi hezaran hatine komkirin li cihên neguncayî de bê pêşkêşkirina xwarin û avê û dermanên pêwîst.
Ku hêjî lêkolînên di sercem nûçeyan de nehatine encamdan, lê pêdiviye lêkolîn bi awayekî rijd ji aliyê komîteyên navdewletî û Xaça Sor bêne encamdan, û pêdiviye deste û saziyên navdewletî yên taybet û pespor rabin bi lêkolînan derbarê rewşa koçberan û misogerkirina parastina wan bi zûtirîn dem.
Ku parçekirina malbatan û cudakirina zarokan ji dayîk û bavên wan û destqotan ji bo xwînxwar Bişar Esed û hilgirtina wêne û posterên wî, û zîndankirina bi sedên koçberan û binçavkirina bi hezaran û komkirina wan di serbazgehên binçavkirinê de yên mîna serbazgehên Naziyan li jêr serpiriştiya milîsên mezhebperist yên Îranê, û piyadekirina terorê û gefxwarina bi kuştin û girtinê ya berdewam, ku pêdiviye ev tawan bi tevayî bêne redkirin û şermezarkirin û pêdiviye rawestin û gerantî hebe li ser dubarenekirina van tawanan çi yên ji aliyê Rijêmê dibin yanjî yên ji aliyê milîsên piştevanên wê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
18 adar 2018