Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) ne tenê alîkarî negihand ji penaberan û koçberên pêwîstdar re, û herweha ew alîkarî terxan kir ji piştevaniya makîneya şer ya rejîma Esed re ya berpirsyar li hemberî mezintirîn oparesyonên koçberkirinê li cîhanê piştî duyemîn şerê cîhanê, û piştgiriya şebihên rêjîmê li ser berdewamiya şer li dijî gelê Sûriyê; ku îro derbasî qonaxeke nû dibe û piropogendayê ji rejîmê re dikin, û hewlên boyaxkirina wêneyê wî didin.
Di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî, Komîseriya Bilind ya Penaberan ya NY (UNHCR) spasiya rêjîma Esed kir, xwe xist di rewşeke şîzofrenî û korbûnê de ku bi ti awayî nabe behane, nemaze ku nîvê xelkên Sûrî li dewletên cîran û derûdora cîhanê bûne koçber û penaber ji encama siyaset û plansaziyên ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn.
Hevbendî dubare wan daxuyaniyên di berjewendiya rejîmê de şermezar dike, ku “spasiyek mezin” dayê li hemberî “hevkarî û piştgiriya penaberên li Sûriyê”, di dema “berpirsiyariya wê di ber wêrankirina dibistan, enstîtû û zanîngehan de, û ji bîr kiriye ku bi dehan hezar xwendekar û mamoste, levlî penaberên filistînî hatine îşkencekirin di zîndanan de bi şahidiya hin aliyên serbixwe û fermî û komîteyên NY, ku ev daxuyanî berevajî bi dehan raport û belgeyên ji hêla komîteyên Encumena Ewlekarî û Netewên Yekbûyî ve hatine pêşkêşkirin, ji hemû aliyan ve ev rejîm û hevalbendên wê bi tawanên dijemirov û bikaranîna çekên kîmyayî hatine tawanbarkirin, û ev daxuyanî berevajî rastiya li ser erdê ye ku zêdetir ji 8 salan ve xelkê Sûriyê têde dijîn.
Wekî van daxuyanî û belavokên weha, yên jehrkirî , û li derveyî her têgehek aqlane , derbas nabe bêyî ku bête dîtin wekî beşekî ji propogenda ji rejîmê re, ku tê bi wateya bi kêmî ve ku saziyên navnetewî bi rengekî ji rengan di riya hin endaman re bi awayekî rasterast kar ji bo berjewendiya rejîmê dikin.
Ji bo parastina nirxê mayî yê rêxistina navdewletî, pêdivî ye ku ji nivîsgeha komîseriya bilind ya penaberan ya NY daxwaz bike ku daxuyaniyên xwe bikşîne, û daxuyaniyên weha yên berovajî helwestên fermî yên NY ne, û tawanên rejîmê piştguh dikin nede,.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
12.09. 2019