Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
28 Çileyê Pêşî 2014
Em destdirêjiya ku hêzên Îsraiylê doh piştî têperiya azmanê sûrî pêk aniye şermezar dikin, û ew wêraniya ku li Sûriyê bûye em rijêma Esed pê berpirsiyar dikin, tevlî şehîdbûna 200 hezar kesî di dema 4 salan de tenê ji bo mana desthilatê di destê wî de.
Û di dema em ji gelê Sûrî dixwazin ku li dor piransîbên şoreşê û armancên Sûrî ji bo wan di azara 2011an de derketin bigihên hev, em bêkêriya civaka davdewletî li hember binpêkirinên rijêma Esed ku Îsraîla dagîrker û rêxistinên tîrorîst sûdê jê werdigirin ji bo pêkanîna armancên xwe yên taybet lê gelê sûrî yê sivîl nirxê wan datîne şermezar dikin,û em ji civaka navdewletî dixwazin ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovahî hilgire û sînorekî ji tawanên Esed re dijî gelê Sûrî deyne, û em ji Hevbendiya Navdewletî dixwazin ku dest ji durûtiyê berde û bes çavên xwe ji tewanên rijêmê bigire, û divê dawî ji vê qunaxê ji dîroka sûrî re bê danîn, û rêçek ji bo hêvî û daxwazên gelê sûrî pêk werin vebe.