Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li destpêşxeriya Yekîtiya Ewropî dike, ya ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên awarte bo taxên Helebê yên dorpêçkirî.
Hevbendî piştgiriya xwe ya tekûz ji destpêşxeriyê re radigehîne, ew destpêşxeriya hatî ragihandin di daxuyaniya hevbeş ya berpirsa karubarên derve ya Yekîtiyê Firêdrîka Mogîrînî û karsparteyê taybetmend bi karubarên mirovî Stayliya Nîdis de.
Herwiha amadehiya artêşa azad tekez dike ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo pêgirî û cêbicêkirina xalên destpêşxeriyê di nav sercem navçeyên rizgarkirî de, tevî navçeyên dorpêçkirî yên ji aliyê rêjîma Esed û milîsên terorîst yên dûvelankên wê.
Hevbendî cext li ser giringiya gihandina alîkariyan bo sercem navçeyan dike bê merc û bê destwerdana rêjîmê û milîsên terorîst, herwiha cext li ser wê yekê dike ku pêwîst e ev yek bête cêbicêkirin bi hemahengiya ligel NY î, bi awayekî ku gihandina alîkariyan bi rêka rêxistinên mirovî yên pêwendîdar bête gerantîkirin.
Hevbendî daxwaza giringiya pabendiyê bi hemû birgên destpêşxeriyê dike, tevî veguhestina bê merc ya nexweş û birîndarên hatine birîndarkirin bi sedema êrîşên firokên Rûsiya û firok û topxaneyên rêjîma Esed li ser sivîlên taxên dorpêçkirî.
Pêwîst e civaka navdewletî bizanibe ku çareseriyên parçe parçe nakevin di xizmeta bidawîkirina bobilat û kuştina berdewam de, herwiha pêwîstiya pêkanîna rêkeftina rawestandina karên dijminkarî û rawestandina bombebarankirin û kuştin û wêrankirinê bi zêdekirina fişaran li ser rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya heye, herwiha ev yek giringe ji bo zemînxweşkirina çareseriya siyasî ya guncayî ligel biryarên encûmena ewlekariyê û ligor daxwazên gelê Sûriyê û armancên şoreşa gel.
Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
02 çirya pêşîn 2016