Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hewildanên dijminkarî yên terorîstî yên ku Milîsên Elhosî li Erebistana Siûdî pêk tîne şermezar dike.
Evan dijminkariyan cihê metirsiyeke rasteqîn in, û pilanên ku komika Elhosî ya terrorist û rêjîma Îranê yaku piştevaniya wê dike dijiî rewaya Yemenê eşkere dike, ew jî wek beşekî ji pirojeya ku dijî gelên deverê û ji bo kîn û mezhebperestiyê belav bike tê.
Asta metirsiya tora terora navdewletî ya ku rêjîma Îranî piştgiriyê di warê rahênan û biçekkirin û perepêdanê de naskirî ye, û bêguman têkçûna vê rêjîma tewankar û şaxên wê yên li dewletên herêmê nemaze Sûriyê dê vê torê lewaz û perçe bike, û paşre bêguman dê rêjîm jî lawaz bibe û biherife, ew jî tê wê wateyê ku dever dê ji xeternakiya terorê rizgar bibe, ji rêjîma ku ne tenê gefan dixwe, lê ew karên terorîstî eşkere dijî dewletên deverê û gelên wê dike.
Hevbendî rawestana xwe li kêlek gelê Yemenê û birayîn Siûdî di cenga wan a dijî vê rêjêmê û destekên wê yên terrorist tîne ziman, û dibîne ku pêwîst e li agirbestê vegerin, û rêça çareya siyasî bişopînin, daku piştgiriya hikûmeta rewa û vegerîna aramiyê li Yemenê misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
24 hezîran 2020