Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî bi tundî êrîşên tawankarî yên berdewam ji aliyê firokên Rûsiya û yên banda Esed her ji heftiyekê ve li ser navçeyên sivîl û nexweşxane û desteyên hawarhatinê û baregehên bergiriya sivîl li Idlibê û bajar û bajarokên wê şermezar dike, û herwiha armanckirina baregeh û serbazgehên artêşa azad û tabûrên wê şermezar dike.
Berdewamiya êrîşan bi awayekî zêde û hovane bûye sedema nezanîna hîç serjimêriyeke dirust ji hejmara şehîd û birîndaran re, lê amarên destpêkî amaje bi ketina bi dehan şehîd û birîndaran dikin, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, tevî hejmarek ji şervanên artêşa azad, ku hêjî tîmên hawarhatina nojdariyê û bergiriya sivîl li navçeyê armanckirî bi karê rizgarkirina birîndar û sivîlên asêmayî di nav kavilan de radibin.
Raportên tên amaje dikin ku nexweşxane û xalên pizîşkî û xwendingeh û baregehên bergiriya sivîl û encûmenên xwecihî li bajarên Xanşîxon û Kefirnibil û Seraqib û Cisr Elşixûr û bajarok û gundên Mi’rzêta û Circinaz û Elti’maniha û Has û Elnîrib û Tilmirq û Tir’î û Elmedaniyê û Hiloz û Iştibrq û derdora Eltih û Kîk û Sircê û firokxaneya Ebûzihûr ya serbastî rastî wan êrîşên terorîst tên.
Ev êrîşên terorîstane yên şermezarkirî eşkera dikin ku sivîl bi mebest têne armanckirin û kuştin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina jêrxana bingehîn û navendên zindî û nexweşxaneyan wek take bijardeya ku Rijêm û piştevanên xwe bikar tînin, û êrîşên dibin ser hêzên artêşa azad, bi xwe hewlek e ji aliyê Rûsiya û banda Esed ji bo piştgiriya hêzên terorîst û tundrew.
Hevbendî hişyariyê dide civaka navdewletî li ser metirsiyên serkeftina van êrîşên terorîstî yên pilankirî, ku wê derencamên xirab hebin li dûr yan li nêzîk, û dubare tekez dike ku ev êrîş dikevin di nav tawanên şer de û ji civaka navdewletî tê xwestin ku kar bilez bike ji bo rawestandina van êrîşan û berpirsên wan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
25 êlûn 2017