Daxuyaniyeke Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî haydariyê dide Partiya Yekîtiya Dimuqrat derbarî berdewamiya wê di binpêkirinan de derheqê sivîlan li parêzgeha Hesekê û gundewarên wê. Û tekez dike ku ev reftarên wê yên terorî li gor pilanên rejîma Esed tên ku dixwaze tevlîhevî û gêrê belav bike ,ev kirde di piraktîkê de ne cudane ji rêbaza rejîma Esed û rêxistina Dewltê yên terorîst ku dixwazin rewşeke ji şerê navxweyî di navbera pêkhateyên civaka Sûrî de derxe holê, û tundrewiya regezperistî li deverê geş bike.
Di mehên dawî de zincîra tawan û binpêkirinên şermezarkirî ku partiya Yekîtiya Dimuqrat di riya baskê xwe yê leşkerî yê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) tên naskirin dûbare dike, mafê welatiyên Kurd û Ereb binpê dike, û hêzên wan helmetên koçkirin û binçavkirina rêbazkirî dikin, ciwanan bêçarî koçberiyê dikin bi sedema Leşkeriya Neçar, herweha tawanên revandinê, bi taybetî keçên zarok, bi mebesta belevkirina tiresê da malbatan koçber bikin, bê ku em çavê xwe bigirin ji danustendina wê ya tund bi sivîlan re, û şerê ketîbe û liwayên Artêşa Azad, û jihevxistina hêza wan û derblêdana ji paş de gelek caran .
Em dozê li ketîbeyên Artêşa Azad û şoreşgeran dikin, ku li pilanên rejîmê û milişyên wê, an yên bi ser ve, an jî ji berjewendiya wê re kar dikin haydar bin, û em tekeziyê li ser pêwistiya yekrêziya hêzên hemû eniyan dikin.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
30 gulana 2015