Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî hişyariyê li ser metirsiya êrîşên Dewleta Islamî ko dide ser bajarê Serê Kaniyê û metirisiya li ser jiyana Sivîlan bibe û stûbariyê dike ser Civaka Navdewletî da bi çareyên lezgîn rabin ji bo Sivîlan biparêzin.
Em ne hewcedarî nimûneyine nû ne li ser neyêniya encaman ber bi ketina Herêmine din ko têkevin bin desthilatiya Rêkxistinên tirorist de, û herdem encam bobelatan bi ser Sivîlan de tînin û rêka çareseriyê astengtir dike.
Rêxistina Islamî êrîşên xwe berdewam dike bê ko çi bandora berbiçav ji êrîşên hevpeymanê re lê hebe. Endamên wê gihan Gundê Um Ele’safîr yê li ser Rêka Serê Kaniyê –Til Temir û Gundê Resîm li Gundewarê Serê Kaniyê û Gundê Til Nesrî li Gundewarê Til Temir kontrol kirine.
Nexem Elxadirî
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
14.Adar.2015