Agahnameyeke Rojnamevanî:
Rêkxistina “Dewleta Islamî” di çend rojên bûrî de, êrîşî çend deverên Kurdistana Iraqê kir, wek “Zimar” û “Şingal” û dest danîn ser wan, sivîl koçber kirin û hin ji wan kuştin bi taybetî ji Êzîdiyan .
Hevbendiya Niştimanî Sûrî evan êrîşên dijminane li ser xaka Herêmeke heval şermezar dike û doza yekîtiya her du miletên Ereb û Kurd dike, û yekîtiya xaka Sûriyê dixwaze.
Hevbendî rêjîmên “Sûrî û Iraqî” û hêzên navnetewî yên piştgir ji wan re gunehkar dibîne di ber çandin geşkirina rêxistinên tundrew de, û çi ziyanên digihên miletê Sûrî ew berpirs in di ber de.
Xwedayê mezin,
Şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike.
Azadî ji bo girtiyan.
Saxbûn bo birîndaran
serfirazî û azadî ji gelê sûrî re. Bijî Sûriya,
Hevbendiya Niştimanî Sûrî
06.08.2014