Şoreşgeran li Helebê, rê li ber hewla derbasbûna hêzên Esed bo bereya Eşrefiyê girtin, ev buyer hevdem bû bi şer û pevçûnan re di navbera herdu aliyan de li derdora Kelha Helebê û li nêzîk leşkergeha Henano. Di wî çaxî de 5 sivîl şehîd ketin û hejmarek birîndar bûn , bi sedema avêtina bermîlên teqîner li ser taxa Kerm Homid li Helebê, herwiha ziyanên madî ketin li taxên Mesakin Elsebîl û Şeqama Tişrîn ji encama topbaranê. û herwiha li gundewarên Helebê, firokên Esed taxên akincîdar yên bajarê Babê, bi bermîlên teqîner bombebaran kirin ku bû encama ziyaneka madiya zor.
Jêder: (Hevbendî + tora Şam).