“yekîtiya Îslamiya Leşkerên Şamê” bi rêka malpera xwe ya fermî li ser tora Enternêtê ragihand, ku şervanên wê, seraya serokayetiyê li devera Elmalikî li Şama paytext bi mûşekan armanc kir. û yekîtiya navbûrî got ku ev armancekirin hat di çarçova oparsiyonekê de li jêr navê “Mûşekên Elecnad”, û amaje kir ku şervanên wê encamên yekser pêk anîne li ser seraya serokayetiyê, piştî armancekirina wê bi rokêtan, ku yek ji wan li avahiya nivîsingeha serokayetiyê ket. Herwiha mûşekek din li geraca efseran ket, di dema ku hin ji berpirsên rêjîma Bişar Esed li wê geracê bûn. Di wê demê de şer û pevçûn berdewam bûn di navbera hêzên Esed û Artêşa Azad de, li Zeviyên Elmilêha yên bakur û rojhilat, hevdem bû bi armackirina hêzên Esed devera Besatîn bi mûşekeka zemîn-zemîn, û herwiha bajarê Seqba li xota şerqî tûşî topbaranê bû. û carek dîtir firokên Esed êrîşên xwe nû kirin li ser bajarê Dûma, ku ji encama wan êrîşan hejmarek kesên sivîl birîndar bûn û birînên hinan ji wan sextin.
Jêder:(Hevbendî + tora Şam).