Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî komkujiya hovane ya îro duşembê (13’ê çiriya paşiyê) firokên Rûsiya bi bombebarankirina bazareke bajarokê Etarib li rojavayê Helebê pêk anî, û têde zêdetir ji 40 sivîlan hatin şehîdkirin û hejmareke din hatin birîndarkirin şermezar dike.
Rûsiya bi hemû awayan hewla şikandin û dorpêçkirina îradeya xelkê Sûriyê dide, bi rêka destpêşxerî û pirojeyên xapandinê, û berdewam e di binpêkirina soz û erkên xwe wek aliyekî gerantor ji rêkeftina kêmkirina oparesyonên leşkerî re, û bi roj bazareke pir qerebalix û bi dehên xaniyan li Etarib bombebaran û wêran dike, ku hîç hêzeke leşkerî li wir nîne û bi tenê di destê desthilata encûmeneke sivîl û polîsên xwecihî de ye.
Û li şûna ku Rûsiya helwestên xwe rast bike û fişaran bide ser rijêma Esed ji bo beşdariyê di Cinêvê û danustandinên rasterast û jidil de bike, û pabendiyê bi biryarên encûmena ewlehiya navdewletî bike, berovajî vê yekê careke din bi rêka vê komkujiyê tekez dike ku hêjî li ser helwesta xwe ya berê ye, û alîgira rijêma Esed e û sûr e li ser berdewamiya encamdana tawankariyên şer li dijî gelê Sûriyê, herwiha Rûsiya pabend nabe bi rewstandina tawanên xwe û yên hevalbendên xwe.
Hevbendî bi tekûzî û awayekî rasterast Rûsiya bi pêkanîna tawanên şer her ji destpêka destêwerdana wê ya leşkirî di Sûriyê de tometbar dike, tevî berpirsyaretiya wê di ber tawanên qirkirinê û bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî de ji aliyê rijêma Esed.
Hevbendî daxwaza şermezarkirina komkujiyê û encamderên wê ji civaka navdewletî dike, û daxwaza peyketina tewanbarên şer bi hemû awayan û parastina sivîlan ji van komkujiyên berdewam dike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
13 çiriya paşiyê 2017