Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî tawana kirêt ya ku endamin tirorist dijî girtiyin Misrî li Lîbiya kirine şermezar dike, û piştgiriya xwe û hemû milletê Sûrî ji komara Misra Erebî û milletê wê ê bi rûmet re di vê boblatê de tekez dike, gerimtirîn sersaxî ji wan re pêşkêş dike, baweriya xwe bi Misrê û milletê wê û karîna wan li dijî van astengiyan û metirsyan nû dike.
Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe dizanin, bi taybet di van rewşên dijwar ku Sûrî tê re derbas dibe, kirêtiya tiror û kuştinê, bi taybet ew operasyonên tirorîstî û kor ku hewl didin mirinê û tirsê li her deverê belav bikin.
Hevbendiya Niştimanî haydariya xwe nû dike ku tu çare li pêş cîhanê nemane, û nikare bêtir demê wenda bike di dema ku tiror pir û fireh dibe, divê her kes yekser vê yekê bizanibin, û dest bi çareya tekane bikin, ew jî rûbirûbûna jêderên rastîn ên tirorê ne, û yekîtiya di bin yek alê de, ku rûmetê dide mirovahiyê, bêyî dever û regezan nasbike.
Salim El-Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Ya Heêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî
16 Sibatê 2015