Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana terorkirina Şêx Beşîr El-Fêsel Huwêdî, serokeşîra El-Elfdalha li bajarê Reqayê li roja înê (2’ê mijdarê) şermezar dike.
Hevbendî tekeziyê li ser giringiya diyarkirina hûrgiliyên vê tawanê dike, û daxwaza dadgehkirin û cezakirina kesên berpirsiyar û aliyê ferman pêkanîna tawanê daye û aliyên plan danîne dike, û herwiha bal kişand ku civînên vê dawiyê yên Şêx nîşan didin li ser hebûna tiliya çeteyên terorîst yên deverê kontrol dikin di vê tawanê de.
Tê zanîn ku şehîd zû piştgiriya şoreşa azadî û rûmetê kir, herwiha bi xurtî çareseriya leşkerî ya ji aliyê rêjîmê ve tê bikaranîn her ji destpêka şoreşê de red kiriye, û di gelek helkeftan de kar ji bo aştiyê û alîkariya malbatan û serweriya aqil dikir.
Helwestên vî dengê Sûrî yê aqilmend û pabendiya wî bi mafên gelê Sûriyê û redkirina wî ji dagîrkeriya terorîstan ji parêzgeha wî re û daxwaza vegera zevî û malên xelkê ji bo xwediyên wan, û rêvebirina bajar û bajarokên ji aliyê xelkê wê ve, bûn egera ku ew alî bixwazin dengê wî vemirînin, ku alîgiriya wî ya berdewam ji bo maf û rûmeta xelkê, bû sedema ku bibe armanc ji aliyên terorîst û stemkar re bi awayekî rasterast.
Dilovanî ji şehîd re.. û serxweşiyê didin ji bo xelkê me li Reqayê û hemû gelê me yê Sûrî yê mezin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
4 mijdar 2018