Daxuyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê mirina sekreterê giştî yê Partiya Çepa Demokrat ya Sûriyê, Mansûr al-Atasî, rewşenbîr, şoreşvan û mirovdost radigehîne, ku ji nav me bar kir û paşmayeke mezin ji xebata li dijî zordariyê û berevaniya di ber maf û daxwazên gelê Sûriyê de li pişta xwe hişt.
Çanda Atasî ya siyasî û civakî, û paşmayê wî yê rewşenbîrî û boçûna wî ya aborî dê bandorek li ser damezrandina paşeroja me hebe, ji bo pêşxistina nêrîna me ji ketwarê me re, û ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêk û astengiyên derdikevin û asoyên berfireh veke.
Hevbendî sersaxiya xwe ya kûr dide ji malbat û hevalên wî û hemû kadroyên Partiya Çep a Demokrat ya Sûrî re, û tekeziyê li ser girîngiya xebat û berdewamiya kar ji bo berevaniya mafên rewa yên gelê Sûriyê li ser hemû astan dike.
Dilovaniya xwedê ji Mansûr Atasî re … û sersaxî ji kesukar û malbat û hevalên wî re.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê – Sûriya
Ofisa ragihandinê
06.12.2019