Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoeş û rikberiya Sûriyê pêşwaziyê li agirbesta demkî ya operasyona leşkerî ya li êvara pêncşemê (17’ê cotmehê) pêk hat dike.
Biryar serkeftinek e ji operasyona Kaniya Aşitiyê re, ya ku bi mebesta parastina yekbûna xaka Sûriyê û derxistina rêxistinên terorîst û milîsên bi ser wan ve û vegerandina xelkê bo deverên wan e.
Serkeftina operasyonê ji ber wê yekê ye ku armancên xwe yên damezrandina herêmek ewle di demeke kurt de pêk anîn, û ev rêkeftin dê rê li ber destkeftan bi kêmtirîn ziyan veke.
Oparesyonê rastiya pêkanîna projeya herêma ewle piştrast kir, piştî ku me hewl da ku vê rewşê bi her awayên berdest bi dawî bînin, û ti carî şer ne mebesta me bû, lê pêvajo wek encamek xwezayî ji rewşa normal ya ku li vê herêmê derket hat, ji ber gelek binpêkirinên belgekirî yên ji hêla rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan ve derketin, û her weha ji bo parastina yekîtiya axa Sûrî ji metirsiya parçebûnê bû, ku civaka navdewletî nikaribû wê dabîn bike, û divê teror were rûxandin û derxistin.
Li ser vê yekê, divê em rola girîng û erênî ya Amerîka û Tirkiyê di gihîştina vê rêkeftinê de bibîr bînin.
Artêşa Niştîmanî ya Sûrî dê hişyar û amade bimîne, ji bo berevaniya axa Sûrî bike û bersîva her binpêkirineke lihevhatinê bike.
Dilovanî ji şehîdan re yên bi qurbanîyên xwe ev serkeftin tomar kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
18 cotmeh 2019