Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rijêm bi helmeteke bombebarankirinê û tawankariyên hovane bersiva wan bangewaziyan dide, yên ji bo vegera li ser maseya danustandinên Cenêvê, û êrîşên hovane li ser bajar û bajarokên Xûta rojhilat berdewam in, û bi sedema êrîşên esmanî û topbarankirina navçeya Himoriyê û E’rbîn û Heresta û Misraba yên îro roja duşemê (4’ê çilê pêşî) û yên duhî roja yekşemê nekêmtir ji 28 sivîlan hatine şehîdkirin.
Ev kuştin û tawankarî û bombebarankirina berdewam, aşkere dike ku Rijêm her çareseriyeke rasteqîn ji vê dijatiyê re ya di rastiya xwe de şerê azadiyê dijî stemkariyê ye red dike, û Rijêm bi saya piştgiriya leşkerî û diblomasî ya hevalbendên xwe, gavekê tenê jî ber bi veguhestina siyasî de navêje.
Nabe hîç kes pêşbînî bike ku wê tawankar di serxistina çi çareseriyekê ji bo rawestandina tawankariya wan de beşdar bibin, û ji civaka navdewletî tê xwestin ku fişaran pêk bîne ji bo rawestandina xwînrijandinê û birîna riya tawankariyê ya ku Rijêmê her ji yekem roj de bo xwe helbijartiye.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pabend e bi piransîp û armancên şoreşa Sûrî, berovajî vê yekê Rijêm herdem sûr e li ser kuştinê heta jê tê, eger kes wî ranewestîne.
Hevbendiyê pêştir û bi awayekî zelal tekez kiribû ku beravîtîkirina çareseriya siyasî armanca serekî ya êrîşên Rijêmê ye, ji bo binpêkirina rêkeftin û agirbestan, û herwiha ew qezencê ji bêdengiya civaka navdewletî û endamên encûmena ewlehiyê li hember bi dehên tawanan di çend heftiyên borî de dibîne, tevî tawanên berdewam yên bi dirêjahiya salan li dijî xelkê Sûriyê.
Ji sercem aliyên civaka navdewletî tê xwestin ku tawanên Rijêmê û hevalbendên wê şermezar bikin, û standina rêşûn û bizavên rijd ji bo rawestandina tawanan û dadgehkirina tawankaran û karkirina ji bo pêvejoya siyasî ligor tekestên biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv 1.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
4 çilê pêşî 2017