Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên rêjîmê êrîşan dibin ser sivîlên bajarê Hesekê li bakurê Sûriyê, û xelkê sivîl û zarok bi topxaneyan tên armanckirin, di şer û pevçûnên di navbera milisên Esed û milisên PYD’ê de, û heta niha gelek taxên Hesekê û nexweşxane û dezgehên xizmetkariyê hatine wêrankirin û bi hezaran xelk koçber dibin ber navçeyên din de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê kiryarên bombebarankirina sivîlan û bikaranîna wan wek girawan di şer û pevçûnên herdu aliyan de şermezar dike, ku heta demek nêzîk herdu alî di hevpeymaniyekê de bûn li dijî armancên şoreşê, û herwiha herdu alî hevpar bûn di pêkanîna tawanan de li dijî sivîlên Sûriyê, û bi kiryarên binçavkirin û girtin û eşkencedan û kuştin û koçbarkirina sivîl û çalakvanan radibin, ku li vê dawiyê çekdarên PYD’ê dest bi binçavkirin û girtina serkirde û çalakvanên ENKS’ê kiriye, û Îbrahîm Biro serokê ENKS’ê revand.
Em daxwaza haydarbûnê ji hemû pêkhateyên Hesekê dikin, ku hişyar bin li hember pîlanên rêjîmê, û herwiha em daxwazan ji Civaka Navdewletî dikin ku bi erkê xwe ji bona rawestandina bombebarankirina sivîlan rabe.
Rêjîm bi hevkariya xwe ligel rêxistinên terorîst û bikaranîna wan ji bona armanc û berjewendiya xwe tê naskirin, û herwiha rêjîm hewla jinavbirina şoreşê û armancên wê yên giranbiha dike, lê gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û partî û hêzên xwe wê bimîne yekdest ji bo rizgarkirina welatê xwe ji stemkarî û teror û dagîrkariyê, ji bo avakirina welatekî ji hemû xelkê wê re û hemû têde bêne parastin û maf û azadiya wan bête misogerkirin .
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
22 tebax 2016