Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
21 .Çêriya Pêşî.2014
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de tawankariya ko Rêkxistina Dewleta Islamî di dermafê jinekê de li Gundewarê Hema yê Rojhilat kir, protesto dikin, li gora vîdyoyekê ko Rêkxistinê belav kiribû. Em tekez dikin ko ev tawankarî û tawankariyên ko Rêkxistin dike, karine kirêt in, protestokirî ne û tu girêdanên wan bi pirinsîbên Şoreşê ve hîç tunene..
Em dubare dozê li Civaka Navdewletî dikin ko Çekên giran bidin Artêşa Azad da karibe bergiriya Sivîlan bike, û şerê Rêkxistinên Tirorist û Rêjîma Esed bike, û kar bibe ji bo piştgiriya Gelê Sûrî da hêvî û amancên xwe di azadî û rûmet û dîmuqratiyê de misoger bike.