Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawankariyên ko Frokên Rûsî li Bajarê Reqa, îro û doh, pêk anîne pirotesto kir, di encama bombebaranê de 43 şehîd ji sivîlan ketin û li dora 60 kesî birîndar bûne.
Amanckirina bazar û cihên kombûna sivîlan nayê pejirandin û ew li gora yasaya navdewletî tawankariya cengê ye.
Kontrolkirina bajarê Reqa bi destê Rêkxistina DAIŞ a tirorist nabe behaneyek ko Firok ewê amanc bikin û sivîlan bi alavine tiroristî bikujin, bê ko çi buhayê bidin rewanê mirovan û cih û warên wan.
Hevbendiya Niştimanî her bi tundî dibêje, tawankariyên li Sûriyê pêk tên ji kîjan aliyî be, bê sizakirin ew nebuhure, hem berpirsiyarî da ser civaka navdewletî ji ber bêdengiya wan li ber evan zêdegavî û tawankariyên ko dibin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
19.03.2016