Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê baweriya xwe ya mukim bi neguhêriya helwesta birayan di Encumena Hevkariyê ya Welatên Kendava Erebî ya derbarê maf û daxwazên gelên Sûriyê dupat dike, herwiha dakokiya Encûmenê ya di daxuyaniya dawîn de hatiye derbarê çareseriyê li Sûriyê bilind dinirxîne.
Encamên civîna çilê ya Civîna Kendavê, ku karê wê li paytexta Erebistana Siûdî, Riyad, êvara sêşemê bi dawî hat, têde tekezkirina dewletên Kendavê li ser helwestên xwe derbarê rewşa Sûriyê diyar kirin, tevî piştrastkirina biryarên xwe yên girêdayî bi çareseriyek siyasî li gor biryarên Encumena Ewlehiyê û hewcedariya damezrandina rêvebireke demkî.
Raspardeyên civîna Kendavê yên derbarê parastina yekîtiya axa Sûriyê , guncayî bûn ligel armancên gelê Sûrî û şoreşa wê, û herweha digel şermezarkirina hebûna Iran li ser axa Sûriyê û daxwaza derketina wê û hemû milîsên mezhebî kirin, û tevlî giringiya vegerandina penaberan û redkirina her hewildanên guhertina demografîk li Sûriyê.
Civîna Kendavê pêşwaziya daxuyaniya hevbeş ya li ser pêwistiya sizadana bikarhênerên çekên kîmyayî li Sûriya kir, û kar bibe ji bo ku hemî tawanbarên binpêkirinên li dijî gelê Sûrî kirine werin darizandin, û ev berdewamiya helwestên neguhêr diyar dike, û piştevaniya helwestên Hevbendiyê di vî warî de dike.
Careke din Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekeziyê li ser girigiya bilez û pratîkî dike ji bo xistina fişarên zêdetir li ser rêjîma Esed , da tawanên xwe li dijî Sûriyan rawestîne, û dest siyaseta astengkirina karê Komîteya destûrî û hemû pêdiviyên ji bo çareseriyek siyasî bi giştî berde.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa ragihandinê
11.12.2019