Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawana hatî pêkanîn ji aliyê rêxistina DAÎŞa terorîst ya duhî êvarî dijî holeke şahiyan li bajarê Hesekê şermezar dike, ku têde gelek şehîd û birîndar ketine.
Hevbendî sersaxiya malbatên şehîdan dike û saxiyê ji birîndaran re dixwaze, hevdem tekez dike ku artêşa azad berdewam e di şerê ji bo jinavbirina terorê û li dijî her aliyê li pişt radiweste, û yên wê ji bona ziyanan bigehînin şoreşê û ji bo belavkirina ajawegeriyê bikar tînin.
Tawan her tawan in, çi bi çek û bombe û bermîlên ji firokan tên avêtin bin, û çi yên bi kemberên teqîner bin, û wê berpirsên van tawanên li dijî sivîlan bêne dadgehkirin û wê bigehin sizayên xwe.
Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
4 çirya pêşîn 2016