Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna duhî ya tawankar û terorîstî ya navendeke Enqera ya paytexta Tirkiyê hatî encamdan şemezar dike.
Herwiha Hevbendî behî û sersaxiyan bo kesukarên qurbaniyên vê êrîşa terorîst pêşkêş dike, û daxwaza saxî û selamtiyê ji birîndaran re dike, hevdem rawestandina Sûriyê û miletê wê li tenişt gelê tirkiyê û hikûmeta wê di rûbirûbûna sercem awayên terorê dupat dike.
Ku gelê Sûriyê gelek êş û nexweşî û heta nihajî ji terora dewletê û terora rêxistinên tundrew yên ser bi dewlet û rêxistanan ve dîtiye, û têdigehe ku armanckirina sivîlan û rijandina xwîna wan ji bona ajawegeriyê û wêrankirinê ya çiqas dijwar û xirab e.
Hevbendiya Niştimanî baweriya xwe bi Tirkiyê dubare dike di karîn û rûbirûbûna sercem awayên terorê û terorîstan de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 adar 2013