Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, operasiyonên li Sûriyê û yên her deverê, yên ko sivîlan amanc dikin pirotesto dike, û bi taybetî teqînên îro sibehê li bajarê Ceblê û Tertûs çê bûn, yên bidehan qurbanî bi sedema wan çûn û hin birîndar bûn.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko rêjîm berpirsê hemû operasiyonên tiroristî yên ko sivîlan li Sûriyê amanc dikin e, çi bi şêweyek rasterast an jî ne reasterast.
Rêjîma Esed bi mebest û bi plan piştgiriya tiroristiya rêkxistina Daiş dike, û wî derfet dayê dako berfireh bibe û ew bi xwe jî tiroristiya dewletê der heqê miletê Sûriyê bikar tîne.
Ev teqînên tiroristî yên sivîl bi şêweyekî bêserûber amanc kirin, heman kopî ne ji tawankariyên cengê yên ko rêjîm rojane li deverên corbicor li Sûriyê û bi hemû cûreyên çekan û her weha kuştina li hundirê girtîgehan dike.
Ev operasiyon gotinên rêjîmê ku dibêje ez kêmnetewan diparêzim derew derdixe, hem jî dide xuyakirin ko karîna wî di parastina herêmên di bin kontrola wî de jî nemaye.
Dilovaniya Xwedê ji bo pakrewanan..
Çareserî bo Birîndaran û azadî ji bo Girtiyan..
Bijî Sûriya û bijî Miletê wê azad û serbilind.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
23.gulan.2016