Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tewana kuştina tewankarî dermafê nivîskar û çalakvan û siyasetmedarê Libnanî Luqman Selîm şermezar dike, û sersaxiya malbat û tevaya dost û hevalên wî dike.
Ev tewan nîşana kujerê wê diyar dike, û ew weke piraniya tewanên li Libnanê dermafê xwedanên nerînên azad pêk tên e, û em xwe dibînin ku em li pêşiya çîroka tewana raghandî ne, ji ber ku hemû dizanin ku tewan dê çêbibe, û hemû yê qurbanî her weha kujer û hevalbendên wî û serdarên wan jî nas dikin, lê kes ji xwediyên berpisyariyê nalive ji bo tewan çênebe, lê tenê temaşe dikn, taku tewaneke nû pêk were û tewana berî xwe veşêre, û di çerxa kuştin û tewana li pey hev de bimînin.
Nameya ku ev tewan hildigere zelal e, ji ber ku milîsên Huzbullah yê Libnanî û rijêma Esed û li paş wan rijêma Îranî tevayan aliyan dixin navbera du bjardeyan, an razîbûna bi siyasetên wan ên teroristî an jî kuştin û koçberkirin.
Katijmêr bi katijmêr bêhtir rastî eşkere dibin, nemaze yên girêdayî gefên ku Luqman ji aliyê tuhmetbaran ve wergirtine, daku rola ku pê radibe di ronîkirina aliyê tarî yê ku tewanbar dixwazin veşêrin de rawestîne.
Aliyên navdewletî yên çalak berpisyariya tekez derbarê tiştên ku li ser xaka Libnanî û Sûriyê dibin hildigrin, û ji wan tê xwestin ku pabendiyê bi sozên ku li xwe girtine bikin û wan cîbicî bikin, Libnan îro bêhtir ji her demên çûyî hewcedar e ku berî ku dem diçe karekî rasteqîn jêre bibe, daku ji dagirkariya metirsîdar rizgar bibe, û vî kabûsê ku li ser sînga libnaniyan rake.
Sûde ji şermezarkirinên siyasî tenê nîne li pêşiya rêxistina terorî ya tewanbar a ku Libnan dagîr kiriye û wê dike platformek ji bo bicîanîna ejende û fermanên ji derve tên.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
5 sibat 2021