Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, xweşhaliya xwe bi daxuyaniyên wezîrê derve yê Emrîkî Maykil Bombiyo yên derbarê lîsta rêjîmê ya binpêkirin û tawanên cengê û tawanên li dijî mirovayehiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî, diyar kir.
Guhdana birêveberiya Emrîkî bi şaopandina dosya binpêkirin û tawanên ko rêjîma Esed li Sûriyê pêk tîne, û vekolîn di hûrgiliyên mijarê de û bîrînana civaka navdewletî bi wan; mijareke pir giring e. Gerek civaka navdewletî di metirsiya van tawan bigehêje, û bi taybetî ko tawankar dûrî destê dadlêpirsîna navdewletî ne.
Ragehandina birêveberiya Emerîkî ji amadebûna xwe ya bi hemû karînan ji bo nehêle rêjîm careke din çekên kîmawî bikar bîne, pêngaveke giring e, bi taybetî eger pêrabûnine piraktîk û diyar bêne kirin.
Tawanên cengê yên berdewam derheqê sivîlan, tekez dikin ko giring e civaka navdewletî bi destpêşxerî û pêngavên siyasî û yasayî yên bilez rabe, da rawestandina tawanên cengê û tawanên li dijî mirovayehiyê dabîn bike, û kar bike ji bo veguhestina tevaya dosya Sûrî, ji wan jî ya bikaranîna çekên kîmawî, ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî de, ji bo rêjîmê û çi kesên destê wan di pêkanîna tawanên cengê de li Sûriyê heye dadprsîn bibin.
Rêka bi tenê ko vê rêjîmê ji bikaranîna çekên kîmawî rawestîne; derkirina wê ji desthilatdariyê û dadgehkirina wê li ser tawanên kirine ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Medya û Ragehandin
27.09.2019