Daxwiyaniyeke Rojnamevan
Hevbendiya Niştimanî dijminkariya terorîstî ya Milîsên PKK dijî hêzên Pêşmergeyên Îraqî li parêzgeha Dihokê pêk aniye şermezar dike.
Hevbendî rawestana xwe li kêleka gelê Îraqê û saziyên wê li Herêma Kurdistanê tekez dike.
Wêrankariya ku ev milîs dikin li tu sînorî ranewestiyaye, û rayedarên wê li çiyayên Qendîlê bûne sedema bêserûberiyê û wêrankirin û destdanîna ser çarenûsa bi hezarên ciwanan bo xizmeta rijêmên stemkarî û kuştinê.
Berî ku ev milîs pêkanîna tawanan li cihekî rawestînin, li cihekî din dest pê dikin, ji dewletên deverê tê xwestin ku helwesteke vebir û hevbeş dijî rêxistin û milîsên terorîst û dewletên li paş wan û yên wan dilvînin bistînin.
Berdêl ji rûbirûbûneke vebir li hember rêxistinên terorîstî, û misogerkirina jihevêxistina wan û danîna dawiyekê ji hebûna wan re tune ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
06 hezîran 2021