Daxuaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpirs di Hevbendiya Niştimanî de ragihand:
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê biyekcarî axavtina Serokê Rûsiya Filadîmêr Pûtîn red dike derbarê axavtina wî li ser pêşkêşkirina Artêşa Azad ji zanyariyan re bo firokên Rûsiya ji bona bombebarankirina deveran.
Êrîşên Firokên Rûsiya bi awayekî serekî navçeyên sivîlan û baregehên Artêşa Azad bombebaran dikin, lewra daxuyaniya Pûtîn tê di çarçoveya piropagendeya xapandinê de, ji bona di bin perdeya wê de oparisyonên xwe yên ku qurbaniyên wan zêde bûne veşêre, hevdem ligel êrîşên mêlîşên îranê li ser çendîn deverên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 Mijdara 2015