Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê derbarê rêşûnên rijêmê û dorpêçkirina hêzên wê û Rûsiya dagîrker û milîsên bi ser wan ve ji bajarê Deraa re dide, û tekezî li ser metirsiyên rastyeqîn ên ku heye ji encama vê gurkirina di vê derbarê de derkevin kir.
Civaka navdewletî berpirsyariyê derbarê binpêkirinên rijêmê û Rûsiya û Îranê hildigire, û divê Netewên Yekbûyî fişarên yekser bisepîne ji bo nema gef li sivîlan werin xwarin.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser rawestana xwe li kêleka xelkên Horanê dike, û redkirina wan ji setemkarî û zordariyê re bilind dinirxîne. Tevaya jêderan amaje dikin ku ev operasyona gurkirinê wek tolhildan û bersivê ye li ser rola pêşeng ya ku Horan di têkbirina şanoya helbijartinnan de ya ku rijêmê vê dawiyê pêk anîye, lîstiye.
Liv û tevgera rijêma stemkar û tundkirina kontrolkirina rêbendan û girtina riyan û firandina balafirên cengê, amadekirin e ji qonaxeke din a tewanan û helmeteke koçberkirina nû re li wê deverê.
Ji civaka navdewletî û aliyên navdewletî yên kartêker tê xwestin ku berpirsyariyên xwe hilgirin û piştgiriya veguhestina siyasî bikin, li gor Daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumana Navdewletî ya 2118 û 2254, û biryara Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî ya hejmar 67/262 ya ku daxwaza avakirina desteyeke hukumraniya veguhêz a ku desthilata hikûmetê û serokatiyê pê re hene dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 hezîran 2021