Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê zêdegaviyên “Desteya Tehrîr Elşam” derheqê sivîlan û astengkirin û peyketina wan ta bi kuştina takekesên bêçek pirotesto dike.
Hevbendiyê pirotestokirina xwe ji çi zêdegavî li ser alayên şoreşê ji hêla hêzên tundrew ve tekez dike, û çi hêz destê wan di şerê li dijî sivîlan de hebe û pirinsîb û hêviyên miletê Sûrî mandel bike, nabe hîç ew aliyek ji şoreşa Sûriyê be, lê li gora kar û tawaniyên xwe ew li rex rêjîma Esed û piştgirên wê radiweste.
Hevbendî li ser giringiya yekbûna hemû alayên artêşa azad di beraberiya hêzên tundrew de sûr e û hemû ramanên li dijî pirinsîbên şoreşa Sûriyê di azadî, dadî û rûmetê de red dike, her weha divê hemû bizav biyek bin ji bo beraberiya tawankariyên rêjîma Esed û hêzên dagîrker û milîtanên tirorist yên piştgiriya wê dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
20.07.2017