Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi xemgînî nûçeya mirina ramyarê Sûrî yê rikber Husên El’odat (Ebû Xeldûn) di jiyê heştê-salî de bihîst, ku jiyê xwe di pê xema peyv û helwest û vekolînên pirsgirêkên welatê xwe Sûriya û di ber doza Filistîn û pirsgirêkên ol û jinê de derbas kir, di hemû simînar û nivîsandin û gotarên xwe de, bicarekê sercem awayên stemkarî û hovatî û tekrewiyê red dikirin.
Di sala 1987an de mala welatiyan damezirand û bi xwe serpirştiya wê kir, û ew kir dengê welatperweriyê û bîr û baweriyên xwe.
Husên El’odat bawer bû bi çaksazîkirina rêjîmê û karubarên welat bi rêkên aştîyane, û li ser heman boçûnê ma, her ji destpêka Ragihandina Şamê, bi derxistina Daxuyaniya Azadiyan ji aliyê 99 rewşenbîran ku ew yek ji wan bû, di destpêka şoreşê de tevlî desteya hevahengiyê bû, û paşî xwe jê vekişand û karê xwe dervî çarçoveyên partiyetî çêtir dît, herwiha ew yek ji damêzrênerên Kombenda Nivîskarên Sûriyê li Qahîre di sala 2012an de bû, ku ji aliyê yekîtiya nivîskarên Ereban ve ya li jêr destê hewalgeriya Sûriyê de hat sizakirin ,û ji mafên xwe yên xanenişîniyê hat bêparkirin.
Tevî êş û derdeseriyan û tawankariyên rêjîmê û çeteyên wê, lê Husên red kir ku ji Şamê derkeve.
Xwedê wî bi mehrebaniya xwe şad bike, û serkeftin ji şoreşa azadayê re
Man ji navê xwedê re
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
8ê nîsana 2016