Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê supasiya xelkê Sûriyê kir, ku îro li nêzîkî 70 xalan li bajar û bajarokên Sûriya xwenîşandan lidar xistin, ji bo şermezarkirina gefên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê li dijî Idlibê û bi redkirina helwest û daxuyaniyên dawî yên nûnerê navnetewî De Mistura, ku daxuyaniyên wî bi ronahiya kesk ji bo berdewamiya kuştin û koçberkirinê dan zanîn.
Ji aliyê xwenîşanderên ala şoreşa Sûriyê hate bilindkirin, û têde nerazîbûna xwe xuya kirin li dijî her “lihevhatin û çareseriyeke binav “, bi tekezkirina li ser prinsîpên şoreşê û berdewama şoreş heta hilweşandina rejîmê, û herwiha xwepêşanderan careke din dijberiya xwe ji terorê re bi hemî terzên wê ve piştrast kirin, û rola Artêşa Azad ya Sûriyê di dijberiya terorê de dibîr anîn.
Gelê Sûriyê bi riya van xwenîşandanan nameyên aşkere û zelal şandin, bi piştrastkirina ku moral û îradeyeke mezin heye li şerê li dijî rêjîmê li Idlibê û ku her gaveke bêseruber dê rejîm û hevalbendên xwe baceke mezin bidin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
7 îlon 2018