Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankarî rol têde têne hevparkirin di navbera rêjîma Esed û rêkxistina Daiş ya tirorist derheqê sivîlên Sûrî de pirotesto kir û tekez kir ko berpirsiyarî dikeve ser milê rêjîma Esed û çeteyên Îranî yên piştgiriya rêjîma Esed dikin, li ser tiştê ko li Sûriyê dikin ko zordariyê û tiroristiyê dikin, ham dagîr kirine..
Piştî kuştara ko çend sivîl li bajarokê Eqarib Elsafî li gundewarê Hemayê berî du rojan bi destê rêkxistina Daiş têkçûn, çend şehîd û birîndar ketin bi sedema bombebarana berdewam ya li ser bajarê Selemiyê rojhilatê Hemayê bi mûşekên ko endamên rêkxistinê avêtine bajêr.
Nûçe diyar dikin ko li herêmê bi sedema tirsê û bêserûberiya ketiye nav sivîlan û operasiyonên tirsdanê û gotgotikên çeteyên rêjîmê belav dikin, derbiderî li herêmê çêbûye, her weha bang ji nexweşxanan tê tako xelk xwîna xwe ji bo birîndaran xwebexş bikin.
Hevbendiya Niştimanî dîsa daxwaz dike ji bo damezirandina Hevpeymaneke navdewletî ji cîhana şaristanî tako li himber rêjîma tawankar û yên piştgiriya wê dikin rabe û şerê hêzên tiroristiyê bi hemû şêweyên wan bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
22.05.2017