Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
21 Sibata 2015
Hîn xwîna sivîlên kuştara hêzên Esed ya derheqê sivîlên Dûmayê li Xûta rojhilatê Şamê ziwa ne bibûye, îro jî hêzên Esed zincîra kuştarên xwe berdewam kir, ku li beyaniya îro roja şembiyê li gundewarê bakurê Helebê, tîmên bergiriya Sivîl kuştareka tirsnak li gundê Rîtan li gundewarê bakurê Helebê dîtin ku berî çend rojan li ser destê hêzên rêjîmê hatibû encamdan, bi piştevaniya çeteyên Hizibulaha terorîst û mêlîşiya yên Iranî, yên xwîna Sûriyan dirjînin û piştgiriya Esed dikin di tawanên dijî sivîlan de, ku di vê kuştarê de 48 sivîlên binav hatine dîkomînt kirin bûne qurbanî , ew qurbanî hatine gulebarankirin û yanjî bi kêran hatine serjêkirin, û hin term ji wa paşre hatine şewtandin.
Tişta niha li Helebê dibe û tevlî bûyerên heyva bûrî, ku li gor dîkomîntkarên Tora Sûrî ya mafê Mirovan, ku hêzên rêjîmê nekêmtir ji 16 kuştaran pêk anîne, ku ev kuştar tevlî zincîra kuştar û tawanên rêjîmê û şerê wê yê berfereh li dijî miletê Sûriyê dibe, her ji destpêka şoreşa gelêrî li sala 2011an ve.
Di dema ku em van kuştarên rêjîma Esed yên di derheqê miletê Sûriyê de li seranserî welêt şermezar û pirotisto dikin; hevdem em daxwazê ji Netewên Yekgirtî û tevaya endamên Civaka Navdewletî dikin,ku helwesteka tund li hember rêjîmê li şûna standina vê helwesta nîgetîv û kirêt bigirin, ku îro hîç bihane nîne ji berdewamiya hiştina Sivîlan re bidîlî di navbera tawanên rêjîma terorîst û tawanên rêxistinên terorîst de, ku pêwîste carek din bangewaziyê li Civaka Navdewletî bikin; bi pêwîstiya destêwerdana navdewletî ya bilez ji bo rizgarkirina Sûriyan, û bi dawîkirina jiyê rêjîmê û paşbendên wê yên terorîst, û sepandina Navçeyên tenah li bakur û başûrê Sûriyê, û pêşkêşkirina alîkariya pêdivî û pêwîst bi rêka karakirina bernamê meşq û pirçekirina Artêşa Azad da bikaribe Sivîlan biparêze û herwiha da bikaribe alava leşkerî ya rêjîmê bide rawestandin.