Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku hikûmeta Sûriyê ya demkî ew aliyê cîbicîkar yê bi tenê yê rewa û danpêdankirî ye li ser xaka Sûriyê, û radibe bi pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkên navçeyên rizgarkirî û yên dorpêçkirî, û karê pêşkêşkirina Xizmetgozarî û hasankariyan bo bi hezaran xwendevanên xwendingeh û zanîngehan, tevî xizmetgozariyên saxlemiyê û çandinê û yên din, bi rêka rêveberî û deste û karbidestên xwe yên di hindurî Sûriyê de.
Hevbendî tekez dike ku hişdariya hatiye belavkirin bi navê hikûmeta rizgarkirinê, ew karekî redkirî û neyasayî ye wek heman aliyê belavkirî, û wek binpêkirineke yasayî û kiryareke metirsîdar e û berpirsyaretiya wê dike li ser stûyê kesayetî û aliyên beşdar yên têde, tevî desteya Tehrîr Elşam, û ew bi tewawî berpirsyar in li ser vê yekê û li hember her ziyanek bêgihêje ofîsên hikûmeta demkî bi sedema vê yekê.
Hevbendiya Niştimanî cext dike ku wê dezgehên hikûmeta demkî di pêkanîna erk û karên xwe de berdewam bimînin, û ji mafê wê ye bi riyên yasayî wan kesên ziyanê bigihînin dezgehên wê siza bike .
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
12 çileyê pêşiyê 2017