Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Şeva bûrî li bajarê Me’ret Eln’man Komkujiyeke mezin çêbû di encamê de 11 şehîd û bêtir ji 20 kesan birîndar ketin, bi sedema bombebaraneke asmanî ko bazareke gelêrî di şeveke remezanê de hate amanckirin.
Komkujî yek ji pêvajoya êrîşa har ya ko hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî li gundewarê Hema û Idlibê pêk tînin, ko ev binpêkirina hevpeymana bi herêmê ve têkildar e.
Hejmareke jin û zarok bûn qurbaniyên vê komkujiyê û pêzanîn tekez dikin ko firokan cih di demeke awarte de amanc kirin, bombeyên boşiyê bikar anîne, tîmên berevaniya sivîl gelek alozî dîtine di heman dema ko xwestine qurbaniyan ji bin wêraniyê rizgar bikin.
Miletê Sûrî berdewam e di dana qelen de di heman çaxê ko civaka navdewletî çavê xwe ji van bobelatên derheqê sivîlan de çîdibin digire, ew tawankariyeke cengê û dijî mirovîniyê ye.
Erkê me ye ko em civaka navdewletî têkin pêşberî berpirsiyariyên wê beraber parastina aştiyê û peydakirina jiyaneke aram, em tekeziyê li ser rola wê ya kartêker dikin, eger bixwaze vê êrîşa har rawestîne, û ber bi ferzkirina çareseriyeke li gora biryarên navdewletî biçe, û ev ya ko em daxwaz dikin û giring e bilez cîbicî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Meydya û Ragehandinê
22.05.2019