Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî, bi xembariyek mezin behîdariya şehîdbûna Rojnamevan û derhêner Nacî Elcirif dike, yê îro roja yekşembê di kiryareke çepel de li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê hat terorkirin, û sersaxiya xêzan û heval û hogirên wî dike.
Hêjaye gotinê ku gefên kuştinê ji terorîstan li Şehîd Elcerif hatibûn xwarin, piştî belavbûna filmî wî “DAÎŞ li Helebê” ku têde behsa girtin û revandina çalakvanên mediyakar dike, û herwiha behsa kuştarinan ku DAÎŞ pê hatibû tuhmetbarkirin dike.
Şehîd Nacî endam bû di Şepêla “hevwelatîbûn” de ya ku yekek ji pêkhateyên Hevbendiya Niştimanî ye, herwiha sernivîskarî û serperiştiya kovara “Genim” dikir, û yek ji damêzrênerên rêxistina “pencemohra Sûriyê” û serperiştiya gelek xulên rojnamevanî bo mediyakaran di sercem navçeyên Sûriyê de kiriye, û di girtîgehên rêjîmê de hatiye girtin, û carekê birîndar bûye di pişkdariya gihandina kereste û kelupelên hawarhatinê bo navçeyên dorpêçkirî , û di bizavên xwe de berdewam bû li deverên Şam û Horan û heta bi Tirkiyê ku lê bi xiyanet hat terorkirin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê
Nivîsîngeha Ragihandinê
27 çilê pêşî 2015