Daxuyaniyeke Rojnamevanî
komkujiyek li bajarê Xanşîxon li gundewarê Idlibê ji aliyê hêzên Esed ve li roja înê (15’ê sibatê) hat pêkanîn, û têde neh kesên sivîl, bi piranî jin û zarok in hatin kuştin, piştî topbarankirina taxên nişteciyan bi awayekî rasterast bi rokêt û mûşekan.
Ev êrîş tên di çarçoveya kampanyaya zêdegaviyên rêjîmê û milîsên Îranê de bi piştevanîya balafirên Rûsyayê li dijî navçeyên dikevin di nava peymana Idlibê de, bi armanckirina taxên sîvîlan bi mebesta belavkirina teror û ajawegeriyê li deverê .
Hevbendî vê komkujiyê şermezar dike û bang li civaka navnetewî dike ku rê bigire li hemberî komkujiyên bêtir, û rêgirtina li pêşiya komkujiyan û dûrkirina metirsiya zêdegaviyên rejîmê li ser deverê.
Divê hemû êrîş û binpêkirinên peymanê bêne şermezarkirin, û hemû aliyên gerantor rabin bi çavdêriya rewşa li ser erdê û kar bikin ji bo parastina sivîlan û nehêlana dubarekirina van binpêkirinan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Agahdariyê
16 reşemeh 2019