Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên Esed û bi piştgiriya mîlîşeyên Îrana dagîrker zincîrek ji êrîşên esmanî yên berdewam pêk tîne li ser bajar û bajarokên Dûma û Zebedanê û Idlibê di çarçoveyê pirogramê bombebarankirinê de.
Ew êrîş ne bitewşî ne, ji ber ku ew firok mûşekên arestekirî bi mebesta bi ser sivîlan de dibarînin, bi armanca kuştina hejmarek mezin ji sivîlan bi taybetî di dema demjimêrn qerebalixa bazargeh û şeqaman de.
Herkes dizane ku armanckirina navçeyên sivîlan li ser tawanên şer û bi binpêkirina yasa navdewletî têne pejirandin, li jêr çi hêncet û behaneyekê be, lê tawanên rêjîmê bi gelekî ji astê van tawanan dijwartir in, ji ber armanckirina sivîlan di serê lîsteya armancên bombebarankirinê de tê, bi hewla kuştina zêdetirîn hejmar ji sivîlan di her êrîşekê de.
Niha û hevdem ligel bombebarankirina berdewam li ser Dûma ku hejmara şehîdan zêdetir dibe, û zehmetî dikevin li pêş karên tîmên hawarhatin û saxlemiyê di veguhestin birîndaran û çareserkirina nojdarî de, nemaze ligel kêmbûn û lawaziya hebûna derman û pêdawîstiyên pizîşkî yên rewşên awarete, bi taybetî ku ev navçe bêhtir ji sê salan ve dorpêçkirî ye.
Îro nêzîkî 100 kesê sivîl şehîd ketine û 300 birîndar bûne, ji encamê bombebarankirina hovane li ser bazargeha gelêrî ya bajarê Dûma li gundewarê Şamê, ev êrîş hatin di çarçoveya zincîreka êrişên xwînewî ya hêzên rêjîma Esed û Îrana dagîrker li ser Xûta Şamê û Idlibê, ku heta niha û di mawê kêmtir ji heftiyekî de 450 sivîl hatine kuştin û piraniya wan jin û zarok in.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya van komelkujiyan têxe di stûyê rêjîma Esed û Îrana dagîrker de, hevdem xemsariya Encûmena Ewlekariyê û civaka navdewletî li hember vê ketwarê bi fakterekî alîkar ji bona zêdekirina komelkujiyan li dijî sivîlên Sûriyê li qelem dide, û hevdem xebînet û mixabiniya xwe tîne ziman derbarê piştguhxistina Komkara Erebî û Encûmena Ewlekariyê û girûpa dostên gelê Sûriyê û Yekîtiya Ewropî ji derxistina helwestên şermezarkirina van komelkujiyan, yanjî pişguhxistina doza lidarxistina civînên awarte bo gengeşekirina rêşûnên pêwîst bo parastina sivîlên Sûriyê ji kiryarên kuştinê yên berdewam.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî sercem cor û awayên piştgiriya serbazî û ya darayî bo rêjîma Esed şermezar dike, nemaze piştgiriya bi çek û teqemeniyan her li jêr çi behaneyekê û ji kîj aliyî be, û wê piştgiriyê bi beşdariyê di tawanên dijî mirovan li qelem dide, û dibîne ku rêgirtin li pêşiya berdewamiya van tawanan berpirsayertiyek yasayî û rewştî ye, û herwiha dibîne ku pirçekirina rêjîmê dibe alîkar ji encamdana tawanên zêdetir ji kuştin û qirkirinê.
Di vê çarçoveyî de, niha Serokê Hevbendiya Niştimanî Dr.Xalid Xoca pêwendiyan bi çendîn wezîrên derve yên dewletên dost û yên bira re dike, ji bona agehdarkirin û handana wan bo hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe yên siyasî û rewiştî û zagonî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzn Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
16 Tebax 2015