Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li çend demjimêrin borî çendîn komkujiyên hovane bi berpirsyaretiya dagîrkariya Rûsiya û bi destê rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê û rêxistina “DAIŞ”ê hatin pêkanîn, û têde bi dehan şehîd û birîndar ketin, ku ji encamê êrîşeka firokên Beşar li ser taxên bajarê Dêrazorê nêzîkî 30 şehîdî û bi dehan birîndar ketin tevlî jin û zarokan, herwiha ku li demekê pêştir 4 zarok li taxa Ele’rî di êrîşeka firokên dagîrkariya Rûsiya de li Dêrazorê hatin kuştin.
Li aloyek din, li gundê Elqeryetên li rojhilatê Himusê yê li jêr desthilata DAIŞ, ji aliyê xelkê wê ve komkujiyek hovane ku destpêka vê heyvê bi destê çeteyên rêxistina ” DAIŞ” pêk hatibû hat eşkerekirin, ku têde 128 sivîl li ser destê DAIŞê hatin bidarvekirin, hevdem ku milîsên Rijêmê û hevalbendên wê jî berpirsyarin di ber vê komkujiyê de, ji ber neçarkirina xelkê ku bikevin li jêr desthilata DAIŞê.
Ev sercem komkujî riswa û şermezar kirîne û wê berpirsiyar bêne dadgehkirin, û ev komkujî çê nedibûn heger ne ji ber têkşikestin û xemsariya civaka navdewletî ba di erkê xwe yê parastina sivîlên Sûriyê de.
Hevbendî dubare ji encûmena ewlehiya navdewletî û şanderê taybet yên NY stîvan Dî Mestora daxwaza standina rêşûnên pêwîst dike, ji bo rawestandina van komkujiyan û dadgehkirina encamderên wan û yekxistina bizavên dijberiya terorê û ziwakirina çavkaniyên wê yên rasteqîn û aliyên pilandaner û alîkar bo belavbûna wê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
24 Çiriya Pêşiyê 2017