Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro, tawanên rêjîmê li dijî sivîlan dubare dibin, û ew bûyerên me hişyarî li ser didan careke din destpê dikin, û em dixwazin di derbarê vê yekê de piştrast bikin ku rejîma Esed û alîgirên wê dê berdewam bimînin li ser pêkanîna tawanan eger civaka navnetewî li berpirsiyariya xwe xwedî dernekeve.
Komkujiya duhî bi rêya sê êrîşên asmanî ji aliyê balafirên rejîmê li ser bazareke gelêrî di naveka bajarokê Mi’rşorîn de li gundewarê Idlibê pêk hat.
Ev tawana şer ya xuya, bû sedema şehîdketina 9 kesan û birîndarbûna bêtir ji 15 an, di nav de hin birînên wan giran jî hene, û herwiha bû sedema wêrankariyeke mezin û zirarên madî û şewtandina gelek mal û dikanên welatiyan.
Civaka navnetewî, ya berpirsiyar li hember jiyana welatiyên sivîl, ketiye di rewşeke bêberpirsiyariyê û xemsariyê de, ku wek berpirsiyar li hember hovîtiya tawanên rejîmê û zêdegaviyên wê tê dîtin, ku rejîm her bêdengiyeke navdewletî, ji bo kuştin û wêrankirinê bikar tîne.
Ev êrîş, tawan û komkujî tên ji bo jinavbirina hewldanên şanderê taybet yê NY yên ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî, lê bêdengiya navnetewî û bêdengiya sponsorên çareseriya siyasî li hemberî van hewldanan ji aliyê xelkê Sûriyê weke hevkariyekê ligel rejîmê tê dîtin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofisa Ragihandinê
17.07. 2019