Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşiyê li tevgera vê dawiyê ya Netewên Yekbûyî dike, ya ji bo eşkerekirina tawanên şer yên ji aliyê rejîma Esed û Rusya li Idlib û deşta Hemayê qewimin, û ev tevger, tevî bi awayekî ne pir jidil e jî, lê giringiyeke wê ya mezin heye, ji ber ku ew rola sîstema navdewletî ya darizandina tawanbaran û bicîhkirina aştî û ewlehiya navnetewî careke din dupat dike.
Hevbendiya Niştimanî dakokiyê li ser belgekirina armanckirina saziyên bijîşkî û navendên girîng ji aliyê rejîma Esed û Rûsya dike, û ev yek Rûsya careke din têxe bin guvaşên navnetewî, ku rûyê rastî yê operasyonên leşkerî li dijî gelê Sûrî û proseya siyasî ya bi piştgiriya NY diyar dike, û herweha gotinên Rusya û rejima stemkar ên dijberiya terorê derew derdixe.
Hevbendiya Niştimanî balê dikişîne ser vê yekê ku Rûsya xalên bijîjkî yên destnîşankirî armanc dike, û agahiyên derbarê cihên wan ên ji hêla Netewên Yekbûyî ve hatine dan bikar tîne, ku ev yek dibe tawaneke dutaq, û divê lêpirsîn li ser bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
03.08. 2019